Cenazeyê şervanê YPG'ê Demhat Serêkaniyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdullqadir Mistefa Mamed (Demhat Serêkaniyê) li goristana şehîdan a Serêkaniyê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê, cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdullqadir Mistefa Mamed (Demhat Serêkaniyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû bi merasîmekê veşartin.

Gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roja ya Serêkaniyê rakir û bi kerwanekî ji wesayitan berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê. Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axivî. Şêrîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de canê xwe feda kirine.

Ji fermandarên YPG'ê Azad Welat jî diyar kir ku bi saya şehîdan, dîroka berxwedana gelê herêmê tê nivîsandin. Welat got, erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destketiyên şehîdan biparêzin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd Demhat Serêkaniyê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG'ê cenazeyê hevrêyê xwe li ber dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.