Cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Amûdê hate veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Ebdulezîz (Delîl Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir spartin axê.

 Bi sedan welatiyên  navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Delîl Ebdulezîz ê ku 9‘ê Gulanê li gundewarên navçeya Şedadê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji navenda Heyva Sor a Kurd wergirtin û bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana  Şehîd Îsmaîl Hogir ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Ferso û Fermandarê YPG’ê Berxwedan Amûdê axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û qala têkoşîna Şehîd Delîl a di Şoreşa Rojava de kirin. Axaftvanan wiha gotin; “Şehîd Delîl ji destpêka Şoreşa Rojava  ve bi qehremanî li hemberî neyarên Rojava têkoşiya, berxwedaneke bê hempa nîşan da û hertim hevalên xwe parast.  Delîl li Şedadê cihê xwe di gelek eniyên şer ên li dijî çeteyan DAIŞ‘ê girt ."

Xwişka şehîd Delîl, Wesîla Ezîz soza şopandina xeta birayê xwe de û got, "Em bi şehadeta Delîl serbilind in, Delîl ji bo rûmeta gelê xwe  şehîd bû. Delîl şehîdê sêyemîn yê  malbatê  ye. Em ê xwîna wê li erdê nehêlin û xeta wî berdewam bikin."

Piştî axaftinan weqîseya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Hevalên Delîl, darbesta şehîd li ser milên xwe kirin û bi dirûşmeyan li goristanê spart axê.