Cenazeyê şervanê YPG’ê Aras Hesekê spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG`ê Aras Hesekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Usame Abdullrezaq (Aras Hesekê) ku di encama qezaya trafîkê ya li bajarê Qamişlo şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl, şervanên YPG/YPJ û Erka Xweparastinê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên YPG û YPJ’ê merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Li ser navê YPG’ê Musefa Qamişlo, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Umer û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) Silêman Xelîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbat şehîd Aras re hate xwestin û hate teqezkirin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xist, herwiha civaka demokratîk li gorî pîvanan Netewa Demokrtîk hate avakirin.

Piştre nasnameya şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Aras Hesekê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristanê spartina axê.