Cenazeyê şervanê YPG’ê Çiya Baran bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Çiya Baran ê ku di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Hisên Silêman (Çiya Baran) ê ku 22′ê Mijdarê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûbû, ji Meclîsa taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li Goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û şervanê YPG′ê Mîtan Qamişlo axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Her wiha hate gotin  ku meha Mijdarê meha têkoşînê ye.

Apê şehîd jî axivî û anî ziman ku şehîd Çiya beriya şehadeta xwe gotiye: ″An şehadet an serkeftin û azadî″ û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e. Her wiha Apê şehîd got ku xwîşka şehîd Çiya Baran jî di nava refên berxwedanê de şehîd bû û got ew amade ne canê xwe feda bikin.

Di dawiya merasîmê de nasmayea şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Hisên Silêman (Çiya Baran) bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.