Cenazeyê şervanê Senadîd Xabûr spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Girkêlek, Dêrik û Tilkoçer cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Ehmed Xelbî Xabûr bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Koçer spartin axê.

Cenazeyê şehîd ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir bi tevlîbûn sedak kesî hate girtin û ber bi navçeya Til Koçerê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê ve destpê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Senadîd Xelef Emaş axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Emaş soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da.

Her wiha endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Mihemd axivî, hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û îşaret bi jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de kir. Di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ehmed Selbî Xabûr bi dirûşman spartin axê.