Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Ebadî hate veşartin

Welatiyên herêma Keramê ya bajarê Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Ebadî bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Keramê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Ebadî ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Mihemed Ebadî (Hindî Cezra) wergirtin û ber goristana Şehîd Sêvdar  ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat li dar xistin.Piştre li ser navê QSD′ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Keramê û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî axa Bakurê Sûriyeyê dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hate veşartin.