Cenazeyê şervanê QSD'ê li Dirbêsiyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Akîf Dirbêsiyê ku li Dêrazorê şehîd bû, li şehîdgeha li Dirbêsiyê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Akîf Dirbêsiyê ku li Dêrazorê şehîd bû, li şehîdgeha li Dirbêsiyê hate veşartin.
Bi sedan kes ji xelkê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD′ê Ziyad Şêxo (Akif Dirbêsiyê) bûn. Şehîd Akif di 5′ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bû.
Di merasîmê de endamê Melcisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş sersaxî da malbata şehîd û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, di êrişan de projeya neteweya demokratîk û yekitiya gelan tên hedefgirtin."
Meîş wiha domand: "Em soz didin ku li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan û fikra şehîdan bimeşin."
Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê axivî û got destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê dawiya rejîmên hegemoniya xwe li ser gelê herêmê dikirin bû.
Berxwedan Amûdê wiha domand: "Şehîd Akif gelek salan li dijî tevahî şêweyên terorê bi lehengî şer kir û gihaşt asta şehadetê. Em soz didin heta serkeftinê li ser rêça wî û tevahî şehîdan bin."
Li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Ehmed Mistefa axivî û got: "Şehîdbûna di oxira şoreşê de girêdana me bi rêgezên wê, bi Rêber Abdullah Ocalan û welat ve zêde dike."
Mistefa di dawiyê de soza da ku li ser fikra şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşe.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.