Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî hate veşartin

Welatiyên Sirînê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Elî (Serxwebûn Tişrin) bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şirîn a Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Elî (Serxwebûn Tişrin) bi merasîmekê veşartin.

Di merasîmê de li ser navê navê meclîsa navçeya Sirîn Hesen Şêx û şervanê QSD’ê Ezîz Kobanê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku bi saya fedakariya şehîdan berxwedanek mezin raberî dagirkeran hate dayin û li ser rêgezên neteweya demokratîk dijîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Karwanê wesayîtan ber bi gundê Rîmela ve hate oxirkirin.