Cenazeyê şervanê QSD'ê El-Yasîn li Dêra Zorê hate veşartin

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdulhemîd El-Yasîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Besîra spartin axê.

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebulhemîd El-Yasîn (Dewas) roja 29'ê Nîsana 2018'an dema bersiv ji êrîşên rejîmê yên li ser herêma El-Sebha dihate dayin şehîd bûbû. Cenazeyê Ebulhemîd El-Yasîn  bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Besîrayê hate veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate kirin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefa El-Calal, Endamê Hêzên Erka Xweparstinê Dilovan Dirbêsiyê û Endama Şaredariya El-Bisêra Mêrvan El-Xelef li qada merasîmê axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin, bi saya xwîna şehîdan xaka Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeran tê parastin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Şervanan darbesta cenazeyê Şehîd Ebulhemîd El-Yasîn (Dewas) li ser milê xwe kirin û li ber dirûşman li goristanê veşartin.