Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Mihemed hate veşartin

Welatiyên Dêrîk, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêrik, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Koçer ve ketin rê.

Li goristanê cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazî kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve jî merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Ji fermandarên YPG’ê Ebûd Til Koçer axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha peyivî; “Bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgarkirin. Şervan ji bo azadî û aramiya li herêmê li hemberî çeteyan berxwedanekî bê hempa dikin û canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopînin.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Ehmed Seyîd jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştre nasnameya şehîd  hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.