Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Meyah hate veşartin

Welatiyên navçeya Tirbêspiyê ya Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Quseyî El-Meyah (Çekdar) li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbêspiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Quseyî El-Meyah (Çekdar) ku 10’ê Çileyê li Kampa Hol dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya meclîsa malbatên şehîdan Ehmed El-Ebawî axivî û got; “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyeke demokratîk ava kirin û ji bo wê xebat û lehengiyeke mezin dan. Berxwedana gelê herêmê li dijî hemû hêzan û çeteyan didome, ev gel bi rojan e ji bo parastina mafên xwe yê rewa şehîdan didin. Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêyan derbeyê biratiya gelan bixe û bi rêya hincetên ku koka xwe tine hebûna pêkhateyan dike hedef. Mîna avakirina "Herêma ewle", niyetên dewleta Tirk yên dagirkeriyê êdî zelal in.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseyê bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şervanê QSD’ê Çekdar li goristanê veşartin.