Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Mustefa spartin axê

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Mustefa bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê  Ehmed Mustefa wergirtin ê ku 29ʹê Nîsanê di berxwedaniya li dijî  êrîşên rejîmê de şehîd bûbû û ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê. Fermandarên YPG/QSDʹê, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştre merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên azadiyê li hember êrîşên hêzên rêjîma Baas û alîgirên wê.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif jî soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.