Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Hesen hate veşartin

Welatiyên bajarê Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Hesen bi merasîmekê li Goristana Reqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed El-Hesen ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Reqayê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Fermandar Jînda Reqa û Hevserokê Meclîsa Taxa Rîmêle Zahîb Îbrahîm axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirn ku hêzên herêmê yên leşkerî ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê wê berxwedana xwe bidomînin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîlîyan li goristanê hate veşartin.