Cenazeyê şervanê HRE Heqî Qarer hate veşartin

Welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Heqî Qarer (Hesen Îso) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veşartin.

Bi sedan ji welatiyên Efrîn û Şehba cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya (Efrînê HRE) Heqî Qarer(Hesen Îso) yê ku di qonaxa duyemîn a berxwedan Sedemê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veşartin.

Girseyê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” cenazayê şehîd ji naxweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya Şehba ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Xelîl Îso û li ser navê Rêveberiya xweser a herêma Efrînê Ehmed Silêman axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku hebûna gelê Efrîn a li Şehbayê mifteya rizgarkirina Efrîne ye.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd Qarer li goristanê veşartin.