Cenazeyê şervanê Hêzên Sotoro hate veşartin
welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Sotoro Mihemed Iwêd Deno yê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşatin.
welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Sotoro Mihemed Iwêd Deno yê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşatin.
Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sotoro Mihemed Iwêd Deno (Heyro) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Karwanê şehîd li goristanê ji aliyê gelê ku alên Hêzên Sotoro û QSD′ê hildabûn ve hate pêşwazîkirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Sotoro ve hate lidarxistin ve destpê kir. Piştre Fermandarê Giştî yê Hêzên Sotoro Ekad Hena, Endamê Rêveberiya Partiya Modernîteya Demokratîk Îbrahîm Selac û Cîgirê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulehad Gewriye, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi saya felsefeya Rêbertiyê, biratiya gelan û jiyan hatin avakirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku bi saya fedekariya gelên herêmê yên Suryan, Kurd û Ereb, herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê têne rizgarkirin û serkeftinên mezin têne bidestxistin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer li goristanê di nav dirûşim û tilîliyan de hate veşartin.