Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Omer hate veşartin

Welatiyên navçeya Dirbesiyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ayaz Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ayaz Omer ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji meclîsa malbatên şehîdan a Dirbêsiyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mizgîn Mistefa axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got; “Şehîd Ayaz rojekê ji bo parastina xak û gel û welatê xwe gavek paşde neavêt. Roj û şeva xwe ji bo parastinê dikir yek."

Li ser navê malbatê jî apê şehîd, Ezîz Omer axivî û got ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan têbikoşin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Ayaz Omer li goristanê veşartin.