Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şiêbî hate veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Muhened Şiêbî bi merasîmekê li Goristana Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Muhened Şiêbî ku li herêma El-Sor a Dêra Zorê şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Piştre ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mûxlîs Ebd El-Letîf axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; “Bi pêşengiya QSD’ê berxwedanekî dîrokî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê nîşandan. Şervanê QSD’ê di rêya berxwedana şehîdan de wê berxwedana xwe bidomînin.”

Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed jî axivî Berxwedana Rûmetê silav kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd li goristanê veşartin.