Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî  Ehmed hate veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî Ehmed bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Serêkaniyê spartin axê.

Welatiyên  bajarê Serêkaniyê, şervanên YPG′ê û Hêzên Erka Xweparastinê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî Ehmed yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Roj a bajêr wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxî, Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê li herêma Cizîrê Salîm Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata têkoşer re hat xwestin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hat dayîn. Her wiha hate gotin ku bi saya lehengiya şehîdan herêm ji terorê hat rizgarkirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Bavê şehîd Taha Ehmed  jî axivî û got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e ku ji bo mirovahî û rûmetê canê xwe feda kir û soza şopandina rêya wî da.

Piştre cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî Ehmed ji aliyê hevrêyên wî ve bi dirûşmeyan hate veşartin.