Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid hate veşartin

Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yûsif Xalid bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yûsif Xalid ê ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê şehîd bûye, li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin. 

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mahsûm Hesen axivî, îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li hemberî komployên derve kir.

Hesen bal kişand ku dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî Kurd, Ereb, Suryan û Ermen dagirtî ye û îdîayên dewleta Tirk a avakirina "Herêma ewle" ji her kesî re eşkere ye ku niyetên wê yê dagirkirinê eşkere dike.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.