Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El-Erbîd hate veşartin

Welatiyên Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemûd Letûf El-Erbîd bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

Welatiyên navçeya Şedadê û gundewarên bakurê Dêra Zorê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemûd Letûf El-Erbîd ku 16’ê Kanûnê şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salîm Xalid axivî û wiha got; “Hêzên Erka Xweparastinê bi dehan şehîd dane û li hemberî êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ û şaneyên veşartî şer dikin.”

Piştre rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku gelê herêmê piştgiriyê didin hêzên leşkerî yên ku herêmê diparêzin.”

Piştî axaftinana nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmeya "Şehîd namirin" li goristanê veşartin.