Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El Eqre spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Abdullhah El-Eqre bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dijwar spartin axê.

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah El-Eqre yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji aliyê sedan welatiyan ve ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajar hate girtin û ji bo spartinê bi karwanake ji dehan wesayîtan pêk tê, berê xwe dan Goristana Şehîd dijwar.

Li goristanê merasîma şehîd bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl dîsa ji Fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Farûq Tozo axivîn. Di axaftina de sersaxî ji malata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dubarekirin. Dîsa hate gotin ku ti hêz nikare xwe li hember vîna yekîtiya gelê Bakurê Sûriyeyê bigire.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan sipartin axê.