Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Abid Rebî spartin axê

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abid Rebî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê.

Merasîma cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abid Rebî ku di Pêgnava Bagera Cizîrê de şehîd binû, li Goristana Şehîd Dilşêr bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Piştre Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdulehed Gewriye axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku axa pîroz bi xwîna şehîdan hat avdan. Her wiha hat destnîşankirin ku têkoşerên azadiyê ji bo parastin û ewlehiya welat bedelên herî giran dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve li goristanê spartin axê.