Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Ramon li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê yê Spanyayî Kendal Ramon bi merasîmekê li Dêrikê hate veşartin.

Şervanê YPG'ê yê Spanyayî Ramon Maria Rull Linhof (Kendal Ramon) ku 13'ê Gulanê li gundê Baxoz ê Dêra Zorê şehîd bû, li ser wasiyeta wî li Rojava hate veşartin.

Gelê Dêrikê cenazeyê Kendal Ramon ji nexweşxaneya Şehîd Hogir rakir û bi konvoyek ji wesayitan bir Şehîdgeha Xebat Dêrik.

Cenazeyê Ramon li şehîdgehê bi merasîma leşkerî ıya şervanên xweparastinê hate pêşwazîkirin.

Ji Tabûra Enternasyonalîstan a YPG'ê Heqî Nivîskar bi Îngilîzî axivî û qala têkoşîna Şehîd Kendal Ramon a li Rojava û Dêra Zorê kir. Nivîskar diyar kir ku Ramon ji nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikir û got, "Kendal Ramon ji bo rûmet û azadiya gelan û nirxên neteweya demokratîk biparêze ji Spanyayê hat." Heqî Nivîskar destnîşan kir ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Hevserokê Meclîsa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehman jî işaret bi hesasiyeta pêvajoyê kir û li dijî siyaseta dagirkeriyê ya delweta Tirk ji bo piştgirî û têkoşînê bang kir.

Piştî axaftinan sicîla şehîd hate xwendin.

Cenazeyê Kendal Ramon li ber tilîlî û dirûşman hate veşartin.