Cenazeyê şervana YPJ’ê Roza Efrîn hate veşartin

Bi sedan welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ’ê Roza Efrîn bi merasîmeke li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

Gelê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ’ê Sultan Koto (Roza Efrîn) ku 2’ê Gulana 2018’an de, di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, ji  taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwaneke wesayîtan  ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mihyedîn Hisê axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got, ″Herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin em tu carî bernadin. ‘Berxwedanê Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya Tirk wê bi pêşengiyê jinan heta rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê bidome.″

Fermandarê YPG/YPJ′ê Rûbar Qamişlo jî axivî û da zanîn ku xeyalên şehîd Leyla Qasim bi fedakariya şehîdên wekî Roza pêk tên. Rûbar soza şopandina rêya şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wê hat kirin û cenazeyê wê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyan de li goristanê hate veşartin.