BI DÎMEN

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn ya ku li Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şîlan Efrîn ya ku li Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, di ketina navçeya Ehdas a Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi sedan şêniyê Efrîn û Şehbayê tevlî pêşwazîkirinê bûn. Girseyê wêneyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Girseya gel cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn girt û ber bi Nexweşxaneya Efrînê ya navçeya Fafîn a Şehbayê ve bi rê ketin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn wê sibe li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Ehrasê bi girseyî bê veşartin.