Cenazeyê şehîdên Zirganê hate veşartin

Cenazeyê Cemala û Cewher Mûsa El-Nehar yên li Esediyê şehîd bûbûn, hatin veşartin.

Şêniyên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê cenazeyên her du xwişkan, Cemala û Cewher Mûsa El-Nehar ên ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wên li ser gundê Esediyê de şehîd bûn, spartin axê.

Hêzên dagirker duh ji baregehên xwe yên li rojhilatê Serêkaniyê de 10 gundên Zirganê dan ber topan, zêdeir 50 top li gundan ketine. Di encama êrişên li ser gundê Esediyê yê Zirganê de tevî her du xwişkan zarokê bi navê Elam Îsa yê 2 salî şehîd bûn. Her wiha 4 kesên din; Mihemed Îsa El-Elî (5), Mihemed Xelef (33), Mihemed Ebdulhemîd (1 sal) û Xişman Hesen Xelef birîndar bûbûn.