Cenazeyê şehîdên QSD’ê li Minbicê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Erîc Minbic û Ferhat Minbic ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarê wê cenazayê şehîdên Berxwedana Rûmetê Cîhan Ebdulrehman (Erîc Minbic) û Yûsif Mihemed Dûcî (Ferhad Minbic) li Goristana Şehdîan a Minbicê veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got: "Di van rojên giran de ku em tê re derbas dibin hen in yên navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de binîvisînin, ew kesanan ev in ên ku em wan li vir vedişêrin. Van şehîdan Minbic ji terorê rizgar kirin. Em hîna li ser soza xwe ne û xwedî li nirxên wan derkevin."

Hevsereokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo axivî:"Em li vê cihê pîroz û sembola fedayetî û şehnaziyê sekinîne. Gotin nînin ku pesnê qehremantiya şehîdan bide. Şehîdan bi xwîna xwe ya zelal efsaneyên fedayetiyê nivîsandin."

Di merasîmê de Hevsereoka Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Ebîr Eqle jî axivî, anî ziman ku şehîd meşeleya ku di tariyê de ronahiyê dide û deryayek ji fedayetî, parastina nirxên gelan e.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî bibîr xist ku QSD‘ê di oxira rizgarkirinê herêmê ji terorê de bi hezaran şehîd û birîndar dan. El-Maşî soza parastina destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin da.

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Cenazeyê herdu şehîdan Cîhan Ebdulrehman (Erîc Minbic) û Yûsif Mihemed Dûcî (Ferhad Minbic) di nava dirûşme û dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hatin veşartin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan cenazeyê hejmarek şervanên ku di pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd bibû û di goristanên gundan de hatibûn veşartin veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê. Şehîdên ku cenazeyên wan hatin veguhestin ev in; Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ehmed Berho, Mihemed Eta, Îbrahîm Îsmaîl El-Hamid, Xelef El-Hamid (Ebû Qeşlê), Hemîs Sewadî û şervanê QSD‘ê Feysel Şihade.