Cenazeyê şehîdê YPG'ê Remzî Ebdo veşartin

Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Ristem Cûdî li Goristana Şehîdan a gundê Pino ya herêma Şiqeyêfê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê kom bûn, bi alên YPG û YPJ’ê cenazeyê şervanê YPG’ê Remzî Ebdo bi nasnav Ristem Cûdî yê ji ber krîza dil şehîd bûbû, girtin.

Karwanê şehîd bi konvoyeke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Peno ya li herêma Şiqeyêf bi dirûşman ve ketin rê.

Li goristanê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan rêveber Remziya Salih û bi navê Meclîsa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Ristem Cûdî re hate xwest û hate diyarkirin ku şehîd Ristem Cûdî ji berxwedêrên ku rola wî di têkbirina çeteyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de heye. Ji bo gihandina jiyana azad û birûmet, têkoşiya. Her wiha hate bibîrxistin ku wê li ser rêça şehîdan bimeşin û destkeftiyên ku bi saya wan bi dest ketine, biparêzin.

Li dawiya merasîmê de nasnameya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayik û dirûşman de, veşartin.