Cenazeyê şehîdê Reqayê Xelîl li Tirbêspiyê hate veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê şevanê YPG`ê Qeyser Berxwedan ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê şevanê YPG`ê Qeyser Berxwedan ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Gel cenazyê şervanê YPG`ê Ebd Xelîl (Qeyser Berxwedan) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi dûrişmeyên “Şehîd Namirin” û bi kerwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre ji Fermandarên YPG`ê Azad Qamişlo, Endamê Meclîs Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û li ser navê Rêveberiya Xweser Demokratîk Hisên Elî, axîvin .
Axaftinan sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û behsa rola şehîdan a rizgarkirina gelan ji terorê kirin. Her wiha axafitvanan diyar kirin ku bi saya fikir û felseya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser, herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bûne mînak.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Merasîma bi veşartina cenazeyê şehîd a bi dûrişmeyên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.