Cenazeyê şehîdê Reqayê Ebû Meryem li Holê tê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Ayiş (Ebû Meryem) ê li Reqayê di 6'ê Tîrmehê de şehîd bû, ji bo bê veşartin ji Hesekê şandin bajarokê Holê.

Bi sedan ji welatiyên Holê, ji bo rakirina cenazeyê Ehmed Ayiş li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan li hev civiyan. Merasîmê li pêşiya navendê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Hemîd Hesen axivî. Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Roj bi roj şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet fedakariyê dikin. Em bi şehadeta şehîdên xwe yên li Reqayê şerê çeteyên DAIŞ'ê dikin, serbilind in."

Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aramiya li herêmê bi saya fedakariya şehîdan pêk hatiye.

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê jî Fermandar Firat Hesekê got, "Şehîd encamên berxwedana gelan û îradeya wan a rizgarkirin û azadiyê ne."

Hesekê soza xwe careke din dubare kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin, herêmê ji hêzên terorîst rizgar bikin."

Merasîm bi rakirina darbeya şehîd û oxirkirina wî ber bi bajarokê Holê ve bi dawî bû.