Cenazeyê şehîdê QSD’ê Yasir Hisên li Şedadê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şehîdê QSD’ê Yaris Hisên ê dema li bajarokê El-Siwer bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Yasir Hisên (Xalid) ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi karwanek ji dehan westayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê. Li goristanê, merasîmê bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir. Piştre ji fermandarên QSD`ê Ehmed El-Cedûa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El-Cedûa destnîşan kir ku bi saya şehîdan wan karîbû şêniyên xwe yên li Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ`ê rizgar bikin û destkeftiyên şoreşa li Bakurê Sûriyê parast.

Ehmed El-Cedûa di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Yasir û hemû şehîdan da heta pêkanîna armancên ku şehîdan di oxira wan de canê xwe daye da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyan têk bibin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan em ji çeteyan rizgar bûn, em wek Saziya Malbatên Şehîdan ji bo rizgarkirina şêniyên xwe ji terorê, çi ji destê me were em ê pêşkêş bikin."

Nasnameya şehîd hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi veşartina cenazeyê şehîd Yasir û qîrkirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.