Cenazeyê şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê veşartin

Bi merasîmekê girseyî cenazeyê şehîdê QSD'ê Mihemed Elî (Ebû Elî) li Goristana Şehîd Îsamîl a li Amûdê veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Elî (Ebû Elî) yê ku 10'ê Sibatê li Minbicê şehîd bûbû, bi merasîmekî veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirtin û bi meş heta Goristana Şehîd Îsamîl çûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD'ê Rojava Mihemed axivî û got: "Em îro lehengekî din ji lehengên QSD'ê oxir dikin. Şehîd Mihemed ji bo welatê xwe têkoşiya, soz da hevalên xwe û heta şehadetê li ser soza xwe bû."

Berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El- Demokratîk Mihemed Hebîb jî axivî û soza şopandina têkoşînê ta pêkanîna serkeftinê û derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hate veşartin.