Cenazeyê şehîdê QSD’ê Şûeyb Xidir li Şedadê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Şûeyb Xidir ê li bejahiya Dêra Zorê şehîd bibû, bi merasîmekê li Şedadê hate veşartin.

Gelê navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Şûeyb Xidir (Xidir) ê ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya li dijî çeteyên DAÎŞ`ê de ku li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê şehîd bibû, ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG`ê ve hate destpê kirin. Piştre bi navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê fermandar Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hemade destnîşan kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi temamî ji çeteyên DAÎŞ`ê hate rizgarkirin. Hemade got Şerê Tunekirina Terorê di qonaxa xwe ya dawî de wê dawiya çeteyên DAÎŞ’ê bîne.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadî û rizgarkirina gelê herêmê canê xwe feda kir.

Nasnameya şehîd ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Malbatê soza şopandina rêya şehîdên xwe da.

Di dewama merasîmê de nasnameyên 5 şervanên bi navê Casim Cedan, Mûrad Selame, Casim Mustefa, Eymen Xilêf û Ebid Mihmed Hisên ên di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûne hatin eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşman ve hate veşartin.