Cenazeyê şehîdê Pêngava Bagera Cizîrê spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê û gundewarên wê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Qerh Mihemed(Casim Heşaş) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Gel cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Qerh Mihemed ji Nexweşxaneya Firat a Minbicê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîdan.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erkaxweparastinê ve hate destpêkirin.

Piştre jî Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa Elî axivî û got: “Em îro yekemîn şehîdê ji Minbicê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, oxir dikin. Mihemed Qerh di oxira rizgarkirina welatê xwe de şehîd bû.”

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbincê Şervan Derwîş axivî û destnîşan kir ku ji roja avakirina QSD`ê armanca xwe ew bû ku gelan û yekîtiya axê biparêze û di oxira vê yekê de bi hezaran şervanên xwe dan”.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Îbrahîm Qeftan axivî û diyar kir ku pêwîste axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, werê parastin.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd Mihemed Qerh Mihemed bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.