Cenazeyê şehîdan li Hesekê hate veşartin

Bi tevlîbûna şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê û nasnameya şehîdekê jî hate ragihandin.

Girseya gel cenazeyên şehîdê hêzên Dispilîna Leşkerî Muwefeq Bekir (Delîl Cûdî) û endamê Hêzên Ereka Xweparastinê Cabir El-Elî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve çûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG/YPJ’ê destpê kirin. Piştre li ser navê Hêzên Dispilîna Leşkerî fermandar Umer Esaf axivî û got: "Şehîdên me hêvî û azadiya me ne ku ji me re ewlehî û aramî misoger kirin. Bi saya wan herêm hatin rizgarkirin û li dijî zalim, terorê, hemû komên çeteyan û artêşa Tirk sekinîn."

Esaf got: "Şehîdên me li dijî hewldanên bi armanca têkbirina destkeftiyên me û derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de tê koşîn û gel bi qurbaniyên xwe kirin yek."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad axivî û îşaret bi rola şehîdan û berdêlên ku bi armanca pêkanîna azadî û rizgarkirina herêmê kir. Esad êrîşên faşîzma Tirk ên li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê, bombebarakirina sivîlan û koçberkirina wan a ji herêmên wan şermezar kir.

Esad di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan da.

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Mihemed Elî Ebdo (Elî Selmo) eşkere kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Bi dirûşman cenazeyê şehîdan li Goristana şehîd Dijwar veşartin.