Cenazeyê şehîdan li Girê Spî spartin axê

Cenazeyê Endamên Hêzên Asayîşê Xelîl Subhî El Kerîm û Hesen Meter ên di teqîna li Girê Spî de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tiume spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenzeyê her du şehîdên Hêzên Asayîşê ji Nexweşxaneya Şehîd Berçem hate girtin û bi karwaneke ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Tiûmê ve ketin rê.

Li goristanê piştî deqeye rêzgirtinê û şûnde Rêveberê Navenda Asayîşa Silûkê Feysel Ibrahîm axivî û destnîşan kir ku gef û êrîşên ku dixwazin aramî û ewlehiya bajar têk bibin, wan natirsîne. Ibrahîm soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dewama merasîmê de Cigirê Hevserokên Kantona Girê Spî Sebrî Nebû, Endamê Meclîsa Malabatên Şehîdan Hesen Ibrahîm û Endama Kongraya Star Heyfa Muslim axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin.

Piştî ku nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin û şûnde cenazeyê şehîdan bi dirûşma û tilîliyên dayikan spartin axê.