Cenazeyê şehîd Silêman El Salih hate veşartin

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman El Salih ku di encama nexweşiyek giran de şehîd bû, hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Xidir El Salih li Pakrwangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê navçeyê veşart. Silêman El Salih di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

Karwanê cenaze li deriyê ketina pakrwangehê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî da malbata şehîd û got: "Em malbatên şehîdan me berdêlên giran dan. Ji bo bo parastina xak û gelê xwe em ê hîna jî berdêlan bidin. Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna di ber vê axê re tevlî hev bûye, em ê nehêlin tu kes bi qedera me bilîze."

Bi navê QSD’ê, endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî Mihemed Zêdan anî ziman ku bi her şehîdekî/ê re îsrara wan a domandinê têkoşînê xurtir dibe û got: “Wekî hêzên leşkerî em hêza xwe ji xwedîderketina gel a li me digirin.”

Mihemed Zêdan soza parastina destkeftiyan da.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Xalê şehîd Ferhan El Hezai axivî got, “Dê xeta têkoşînê ya şehîd bidomînin ta bi serkeftinê tacîdar bikin.

Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmên "Şehîd Namirin" li Pakrawangeha Şehîd Dilşêr hat veşartin.