Cenazeyê şehîd Qusey Salih hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Salih El Kirdî li Goristana Şehîdan a Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên navçeyê li Goristana Şehîdan kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Qusey Salih El Kirdî ku di Sibatê de şehîd bûbû, spart axê.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Tirkî El Celal axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Yê ku canê xwe kir oxira azadî û rûmetê lehengekî rastîn e û dê navê wî di dîrokê de bê xêzkirin."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zewba jî got: "Gelê herêmê bi saya şehîdan û fedakariyên wan di nava ewlehî û aştiyê de ne. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê ewlehiyê û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe. Lê belê gelê me gav bi gav li ser şopa şehîdên xwe ye."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Qusey spart axê.