Cenazeyê şehîd Nacî El Şercî hate veşartin

Li Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Nacî El Şercî ku 29’ê Mijdarê li Dêrazorê şehîd bû, hate veşartin.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Nacî El Şercî di encama êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê de li Dêrazorê di 29’ê Mijdarê de şehîd bûbû. Şehîd Şercî îro bi beşdarbûneke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hate oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm axivî û got: “Dijminê me bi siyaseta înkarkirinê tev digere. Lê projeya me ne xeyalî ye, heqîqî ye û di asta lûtkeya mirovahiyê de ye.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk şêx Casir El Salih jî destnîşan kir ku şehîd rûmet û hêviya gelan in û wiha pê de çû: “Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên terorîstan li ber xwe dide. Şehîdên me jî ji me re ji mirinê jiyanekê diafirînin, em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî diyar kir ku bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dikin ku plana hêzên desthildar jihevxistina hevkarî û hevgirtina gelan e û wiha got: “Em soz didin dayik û bavên şehîdan, Rêber Apo û gelê xwe ku em ê heta dawiyê li hemberî êrişan rawestin.”

Piştî xwendina wesîqeya şehîd Nacî El Şercî û radestkirina wê ji malbata wî re, cenazeyê şehîd li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.