Cenazeyê şehîd Herdem Çiya li Tirbespiyê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Kîlan Îbrahîm ji aliyê bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ve li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin. Her wiha nasnameya gerîlayê HPGʹê Hîşam Cemîl (Karwan Maşûq) ê ku li Herêmên Parastina Medya şehîd bûye jî hate ragihandin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPGʹê Kîlan Îbrahîm (Herdem Çiya) yê ku dema li ser erkê xwe bû di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê YPG/YPJʹê Sîdar Tirbespiyê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ebdullah û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hisên Elî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re hat xwestin û soza domandina têkoşînê hat nûkirin. Her wiha hat zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan gelên herêmê jiyaneke aram dijîn.

Di axaftinên li ser navên malbatên şehîdan hatin kirin de hate gotin ku wê heta serkeftinê li ser şopa şehîdên xwe bimeşnin.

Dawiya merasîmê nasnameya şehîdan hate xwendin û cenazeyê şehîd Çiya bi dirûşa ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.