Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Egîd Serêkaniyê (Ebdulcelîl Mihemed El Îsa) ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Zirganê 12’ê Kanûnê şehîd bûbû, veşart. Her wiha ji bo şervanê HPG’ê Kendal Cûdî (Rizgar Derwîş) ê li Metîna ya Herêmên Parastina Medyayê di 28’ê Mijdarê de şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foze Yusif axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Bi saya fedekariyên ciwanên herêm, planên li dijî yekitiya gelan têk çûn."
Foza soza berxwedana li hember tevahî êrişên li dijî herêmê û berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê jî got ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk, hevgirt pêwîst e.
Apê şehîd Kendal Cûdî, Mehmûd Derwîş jî axivî û soz da rêya şehîdan berdewam bike.
Dawiyê, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre girseya gel, cenazeyê şehîd Egîd Serêkaniyê li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşart.