Cenazeyê şehîd Şoreş Reqawî spartin axê
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Şoreş Reqawî bi merasîmekê li Goristana Şehdî Mehmût Tume spartin axê.
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Şoreş Reqawî bi merasîmekê li Goristana Şehdî Mehmût Tume spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Şoreş Reqawî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.
Merasîma cenaze bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah û li ser navê TEV-DEM′ê Selahedîn Firat axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Her wiha hat gotin ku bi saya fedekariya şehîdan, gelek serkeftin hatin bidestxistin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan spartin axê.