Cenazeyê şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îzedîn Cûma El-Elî li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spart axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Cîhan Mistefa got: "Ji bo xwîna şehîdan a pak wê erka me ya pêşî parastina welat û gel be. Em nehêlin ku dijmin armancên xwe li herêmê pêk bînin."

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Hala Elwan  jî got: "Şehîd ew in ên ku çek rakirin û rêya serkeftin an şehadeta hilbijartin."

Liser navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê endamê rêveber Ebdulletîf El-Omer jî axivî û behsa nirxên şehîd û şehadetê kir.

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werda El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Îzedîn Cûma El-Elî di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.