Cenazeyê Omer Hesen ê li Reqayê şehîd bû hate veşartin

Gelê Serêkaniyê û Dirbêsiyê Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Omer Hesen li Şehîdgeha Rustem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Omer Hesen ê ku 4 Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de li gundê El-Hemrat şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya 10 km dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Ebdulrezaq Ehmed diyar kir ku bi şehadeta her şervanekê/î re bi sedan ciwan çeka wê/î hildigirin û rêya wan dişopînin.

Her wiha li ser navê YPG/YPJ′ê jî Metîn Polat jî axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ″Bila gelê me li hember polîtîkayên dewleta Tirk ên derbkirina projeyên demokrasiyê, hişyar be.″

Li ser navê Malbata şehîd Omer, apê wî Mûstefa Hesen axivî, xêrhatina hemû kesên ku beşdarî merasîma veşartinê bûne, kir û soza şopandina rêya hemû şehîdên tevgera azadiyê da.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ hete veşartin.