Cenazeyê nûçegihanê ANHA Ehmed û Berxwedana Rûmetê spartin axê

Bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji Hesek, navçeya Til Temir û gunedwarên wê cenazeyê nûçegihanê ANHA Seed Ehmed û 4 şervanên QSD’ê yên di êrîşa dewleta Tirk a Serêkaniyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê.

Bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji Hesekê, navçeya Til Temir û gundewarên wê bi merasîmeke heybet cenazeyên nûçegihanê ANHA Seed Ehmed û 4 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a navçeya Til Temir spartin axê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê PYD’ê Hesen Newaf Hac Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û got: "Van şehîdan canê xwe di oxira ku bi azadî û rûmet li ser axa xwe bijîn da ku terora Erdogan û çeteyên wê têk bibe."

Newaf domdarî got:"Em û bi tevahî pêkhateyên xwe hê jî yekdest in da ku rûmet û xaka xwe li dijî dijminên faşîst biparêzin. Em gel her dem aştiyê dixwazin."

Bavê nûçegihan şehîd Seed Ehmed, Mihemed Seîd Şêxmûs jî wiha got: "Ez ne tenê bavê şehîd Seed im, ez bavê tevahî şehîdên Ereb û Kurd im. Van şehîdan xwîna xwe da ku me û xakê biparêzin. Em bi tevahî pêkhateyên xwe mil bi mil dijîn. Ji lewre divê di derbarê fitneyên di nava pêkhateyan de hişyar bin."

Şêxmûs wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin demografiya herêmê biguherînin û çeteyan di herêmên me de ku bi hezaran salan lê dijîn, bi cih bikin. Lê belê vîna me xurt e ku parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Di dawiya mersîmê de nasnameya her pênc şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de, cenaze hatin veşartin.

Navên şehîdên QSD’ê wiha ne: Yûsiv Ferhan(Rojdem), Mihemed Hesen (Debor Hesekê), Elî Esnan (Gelhat Hesekê), Ehmed Bedir (Demhat Hesekê) û nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Saed Ehmed.