Cenazeyê nivîskar Fewziye El Mirî li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê helbestvan û wêjevan Fewziya El Mirî ku duh di 76 saliya xwe de wefat kiribû, li gundekî li rojhilatê Reqayê bi merasîmekê hat veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZE

Cenazeyê helbestvan û wêjevan Fewziya El Mirî ku duh di 76 saliya xwe de wefat kiribû bi merasîmekê hat veşartin. Endamên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hejmareke helbestvan û wêjevanên ji Reqayê beşdarî merasîm bûn.

Girse cenazeyê Fewaziya El Mirî ji pêşiya mala birayê wê ya li taxa Cimêlî ya bajarê Reqayê wergirt û li goristana gundê Til El Beyayê spart axê.