Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hogir Baran hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hogir Baran ku li Kerkûkê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hogir Baran ku li Kerkûkê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hogir Baran ê ku di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, îro gihîşt Nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya Rojava û ji wir jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê ve hate birêkirin.
Darbesta Şehîd Hogir ji aliyê welatiyên navçeya Tirbespiyê ve hate pêşwazîkrin. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.
Piştre fermandarê YPG`ê Harûn Lewend, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed û Rêveberê TEV-DEM`ê Saîd Sîpan di merasîmê de axivîn û sersaxî ji malbata şehîd Hogir Baran re xwestin.
Her wiha di axaftinan de qala têkoşîna HPG`ê ji bo azadî û destekdayîna hemû pêkhateyan li her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku şehadeta şehîd Hogir tekez kir ku Kurdistan yek parçe ye û pêwîste her kes parastina wê bike. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.
Li ser navê malbata şehîd Hogir birayê wî Elî Îsa wiha axivî:”Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin”.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hogir Baran bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hat veşartin.