BI DÎMEN

Cenazeyê Gelî Kobanê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Li Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê QSD’ê Gelî Kobanê li goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊ ŞEHÎD

Şêniyê Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên Şehîdan, ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Gelî Kobanê (Mehmûd Hemê) ku dema li ser erka xwe bû şehîd bû, hatin ba hev.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Salih Nûh axivî. Nûh diyar kir ku ji bo pesna şehîd tevahî pênase bêwate dimînin û got: "Şehîd ew in ku jiyana koletî li ser tevahî civaka xwe rakirin, ew in ku tevahî planên dagirkeriyê têk birin. Em jî li ber darbesta soz didin şehîd ku em ê heta dawiyê şopdarê doza şehîdan bin."

Rêveberiya Kongra Star a Navçeya Şêranê Litfiyê Silêman diyar kir ku bê navber li ber çavê hemû cîhanê êrîş li ser gel tên kirin, qaşo mafê mirovan heye, ka li kure û got: "Mazlûm Dogan ku dîrok bi xwîna xwe nivîsand, perdeya koletiyê li ser gelê Kurd rakir. Vaye bi hezaran Mazlûm rabûne û em ê jî bi ser bikevin."

Nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan hat veşartin.