Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Çiya bi merasîmeke heybet ve hate spartina axê

Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Çiya Agir ê ku di pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmeke heybet ve li ji aliyê sedan welatiyên Kobanê ve li Goristana Şehîd Dicle hate spartina axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Endamên saziyên sivîl, Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim û Cigîrê wî Xalid Berkel, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Hevserotiya Meclîsa TEV-DEM′ê tevî merasîma veşartina cenazeyê Femandarê YPG′ê Nebî Şêxo (Çiya Agir) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bûn.

Gelê Kobanê yên ku cenazeyê şehîd wergirtin, bi wêneyên şehîd, alên YPG/YPJ′ê, posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Berxwedan Kobanê axivî, sersaxî ji malbata şehîd, gelê Kurd û tevahî gelê Bakurê Sûriyê re xwest û têkoşîna şehîd wiha vegot: ″Şehîd Çiya di destpêka şoreşê de beşdarî nava refên YPG′ê bû û di xizmeta şoreşê de roleke pêşeng lîst. Heval Çiya beşdarî gelek pêngavên leşkerî yên li Rojava-Bakurê Sûriye li dijî terorê hatine lidarxistin, bûye û gelek caran birîndar bûye. Şehîd Çiya gihîşt asta Fermandar, piştre jî bû Endamê Rêveberia Buroya Têkîliyên Giştî ya YPG′ê. Her wiha roleke girîng di xurtkirina yekîtiya gelê de jî lîst û ji bo azadiya gelê xwe, canê xwe feda kir. Em soza tolhildan û domandina têkoşînê didin.″

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, li Rojava gelek serkeftin hatin bidestxistin, yekîtiya gelan li hember terorê hat avakirin û hemû planên navneteweyî ji Lozanê bigire heta Sykes-Picot, bin ketin. Li şûna wê Sîstema Federal li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, hat avakirin. Em soza domandina rêya têkoşînê didin.

Bavê şehîd Çiya, Mihemed Nebo jî axivî, sersaxî ji tevahî gelê Kurd û rêhevalên wî re xwest û wiha got: ″Şehîd Çiya ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.″

Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve li goristanê hat spartina axê.