Cenazeyê Fermandarê YBŞ'ê Pencewîn ber bi Başûr ve hat şandin

Cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Pencewîn ê li Şengalê şehîd bû, ji bo were veşartin ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin.

Bi sedan şervanên YPJ/YPG′ê cenazeyê Fermandarê YBŞ′ê Ewsam Ebdûl (Zagros Pencewîn) ku li Şengalê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê ber bi başûrê Kurdistanê ve, oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan şervanên YPG/YPJ′ê, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û hevalên şehîd Zagros amade bûn.

Merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Zana Dêrik axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ″Bila hêzên dagirker bizanibin ku îradeya şervanên YPG/YPJ′ê tu carî nayê şikandin û tu kes nikare axa Kurdistanê dagir bike.″

Zana Dêrik di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bi ruhê berxwedanê li gel birayên xwe yên Ereb û Kurd li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê û zulmê yên ku dixwazin axa Rojava dagir bikin, şer bikin û soza şopandina rêya şehîdan da.

′AN KURDISTAN AN NEMAN′

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî nasnameya şehadeta Şehîd Zagros radestî malbata wî kir. Li ser navê malbatê birayê Şehîd Zagros axivî û got, ku ew bi şehadetê kekê xwe serbilind e û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Bira got, ″Heta hêza ku em ji şehîdên werdigirin hebe, tu kes nikare axa Kurdistanê dagir bike. Dirûşmeya me jî, yan Kurdistan, an neman e.″

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de ber bi başûrê Kurdistanê ve hat oxirkirin. Wê cenazeyê şehîd li Pencewînê were definkirin.